Alîkarê serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got ku hêza berevaniyê ya hêzên çekdar ên Îranê bûye baîs ku Erebistan nekaribe li hemebr Îranê raweste.
Li gorî rapora Fars Newsê, serdar sertîp Mesûd Cezayirî alîkarê serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja duşemiyê li mersimekê meşqa vê dawiyê ya Erebistana siûdî li avên Kendava Farsê meş û rêpîvaneke sade da zanîn û got : Hêzên çekdar ên Îranê li rewşa îro bi curekê hêza xwe ya berevaniyê xurt kirine ku heta dijminên mezin jî xwe re nabînin ku êrişî ser Îranê bikin.
Serdar sertîp Mesûd Cezayirî destnîşan kir ku Erebistanê hewil da ku bi propagendeya medyayî berûlayên eskerî û teknîkî yên meşqê baştir nîşan bide lê ne tenê Erebistan û hevpaymanên siûdiyan belkî emerîkîyan jî ev viyan û îradeya tinene ku li hember Îranê rawestin.
Alîkarê serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê her wiha bal kişand ser êrişa necamêrane ya Rejîma Alê Siûd ser Yemenê û kuştina bi sedan yemeniyên bêguneh li meha Muherem ul Heramê û tekez kir cinayeta Alê Siûd li Yemenê dê bibe sedema pergalbûna zêde ya yemeniyan û mêhwera berxwedanê li vê navçê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)