ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Meclisa Sengapûrê qedrê rola îranê ya ji bo çareseriya qeyranên navçê girt

Serokê nû yê Meclisa Sengapûrê, qedrê rola Komara Îslamiya Îranê ya ji bo çareserkirina qeyranên welatên navça Rojhilata Navînê û ji wan Iraq û Sûriyê girt.

Li gorî rapora IRNA`yê, Chuan    Jin   Tan ( Çûwan Cîn Tan), serokê nû yê Meclisa Sengapûrê, îro li hevdîtina bi Cewad Ensarî, balyozê Komara îslamiya Îranê li Sengapûrê, ev yeka ragihand.

Serokê nû yê Meclisa Sengapûrê, li ser şerrê dijî terorîsmê pêgîrî kir û kêfxweşiya xwe ji ber şikestxwerina komên terorîstên wek DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê diyar ki.

Wî herwiha dûhatên biryara vê dawiyê ya Koşka Sipî li bara ragihandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst li Rojhilata Navênê dilgiranker dan zanîn.

Balyozê Îranê li Sengapûrê jî li vê hevdîtinê li ser rol û cîgeha meclisên qanûndaner bona kivşkirina siyaseta derveyî û berfirehkirina peywendiyên di navbera du welatan de pêgîrî kir.

Cewad Ensarî, herwiha bal kişande ser biryara vê dawiyê ya serokomarê Amerîkayê ya ragihandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst û got: Di vî warî de gelek welatên cîhanê, dijî helwêsta Amerîkayê ya li bara Qudsê derketin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu