Terorîstekî siûdî bi piştgiriya aborî ya Erebistana siûdî û hin welatên erebî ji terorîstan li Sûriyê ji wan li rojhilata Helebê li xwe mukir hat.
Ebdullah El-Muhsinî terorîstê siûdî endamê koma terorîstî ya nasiyar bi Ceyş El-Fethê mukir hat ku terorîstan li Heleba Sûriyê ji Erebistana siûdî û hin welatên erebî yên derdora kendva Farsê jibo dabînkirina çekên alîkariya aborî distîne.
Vî terorîstê siûdî tekez kir ku mûşekên ku li Helebê ji aliyê terorîstan li Helebê hatine xebitandinê 100 in bi alîkariya aborî ya siûdiyan û welatên erebî yên derdora kendava Farsê hatiye dest û hejmarek ji bazirganên Idlibê û Heleba Sûriyê jî li dabînkirina xerca kirîna van mûşekana beşdarî kirine.
El- Muhsînî her wiha li xwe mukir hat ku 4 terorîstên siûdî ji wan Xettab El-Tebûkî El-Etewî ji serkirdên sereke yên operasyona terorîstî li Sûriyê li rojava Helebê hatin kuştin.
Emerîka, Erebistan, Tirkiye û hin welatên erebî jibo rizgarkirina terorîstan li rojhilata Helebê her karekî dikin.
Li gorî rapora çavkaniyên sûrî Tirkiyê îdiaya rawestana li ber DAIŞê dike lê li hizra vejiyandina kiraltiya osmanî û berfirehkirina sînorên welatê xwe li nav Iraq û Sûriyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)