ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Erebistanê ragihand ku Mesûd Recewî miriye

Şazadeyê siûdî, Turkî Feysel, serokê berê yê istixbarata Erebistanê, li axiftina xwe ya li kombûna salane ya piştgirên koma Minafiqîn li Parîsê, ji mirina Mesûd Recewî, serkirdeyê vê koma terorîs agahî da.

Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê Press TV`yê, Feysel, bi ragihandina piştgiriya fermî ya ji Minafiqan, du caran xitabî Meryem Recewî, dema ku behsa Mesûd Recewî kir, peyva rehmetî bi kar anî ku nîşan dide ew miriye.

El Feysel, herwiha soza serketina Minafiqan da wan û got: Em bi we ra ne û em ê pişta we bigirin.

Vî şazadeyê siûdî ku di nava çepikên bi dûhev ên endamên Minafiqan, axiftina xwe didomand, xitabî Meryem Recewî û mêrê wî yê mirî, herwiha got: Em ji Xwedê dixwezin ta ku alîkariya we bike ku hûn bigihîjin armancên xwe.

Bi dû piştgiriya Erebistanê ji koma Minafiqan, Hisên Emîrebdullahiyan, şêwirmendê wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, gotinên serokê berê yê Istixbarata Erebistanê li bara serkirdeyê koma terorîst a Minafiqan, piştrastkerê piştgiriyên berfireh ên pereyî û ewlehiyê yên Erebistanê ji terorîsmê dan zanîn.

Eva midehek e ku tu nûçeyek li ser çarenivîsa Mesûd Recewî, serkirdeyê koma terorîst a Minafiqan nehatiye weşandin.

Berî niha jî hin nûçe li ser revîna serkirdeyê Minafiqan ji Iraqê bo Erebistanê, piştî êrişa Amerîkayê ser wî welatî, hatibûn weşandin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu