NûçeRojhilatanavinSûriye

Mûşekên milavêj gihîştine ber destê têrorîstên li Sûriyê

Hatiye ragihandin ku sîstima mûşekî ya milavêj û erd bi hewa ya WK32 Strella -2`ê bi armanca lêdana li firokeyên şêrr ên artêşa Sûriyê ketine ber destê têrorîstan.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya têlêvîziyona Press TV`yê, li rapora malpera Çavdêra Rojhilata Navînê hatiye ragihandin ku hebûna hejmareke zêde ya van cûre mûşekên milavêj di destê komeke têrorîst a bin sîvana welatên rojavayî li Sûriyê dikare nîşana viya be ku Amerîkayê qedexeya raberkirina çekan bo dijberên çekdar ên sûrî kêmtir kiriye.

Ev rapor li halekî da hatiye weşandin ku vê dawiyê hin rapor belav bûne li bara viya ku Amerîkayê ji bo şandina mûşekan bo komên têrorîst li nava Sûriyê ji riya Tirkiye û Urdinê va çiraya kesk nîşan daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu