Çapemeniya Afganîstanê belav kir, şeş çekdaran êrîş kiriye ser balyozxaneya Iraqê ya Afganîstanê.
Malpera Afganîstanê ya Ofoq ku çavkaniya xwe dispêre rayedarên ewlehiyê yên wî welatî belav kiriye, îro 31.07.2017ê çend êrîşkarek çekdar li navçeya ‘’Wezîr Mihemed Ekberxan’’ êrîş kirine ser balyozxaneya Iraqê ya li Kabul a paytexta Afganîstanê û kesekê xwe di deriyê serekî de teqandiye û pênc çekdarên din jî ketine nav balyozxaneyê.
Li gor heman çavkaniyan di şer û pevçûna di nav balyozxaneyê û derve di navbera êrîşkar û hêzên ewlehiyê de berdewam e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)