IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Di mehekê de zêdetirî 56 hezar kesî koçber bûne

Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) hejmara koçberên Mûsilê di dema mehekê de eşkere dike û radigihîne ku zêdetirî 56 hezar kes koçber bûne.

Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî ragihand ku ji dema destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê, ji 17ê meha derbasbûyî ve, zêdetirî 56 hezar kes koçber bûne û mal û warên xwe bicî hiştine.

Rêxistina koçkirina navdewletî balê dikşîne ser wê yekê ku ji 4ê vê mehê ve, hejmara koçberan ji 22 hezaran gihîştiye 56 hezar kesan, wate tenê di du heftiyan de 34 hezar kes koçber bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu