ÎranNûçeRojhilatanavin

Dijmianên Îslamê,berjewendiyên xwe di pêkanîna bêtifaqiyê di navbera misilmanan de digerin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dijmin naxwazin ku welatên Îslamî li kêleka hev yekitiya wan hebe û got: Dijmianên Îslamê,berjewendiyên xwe di pêkanîna bêtifaqiyê di navbera misilmanan de digerin

Hesen Rûhanî,  Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro çarşemiyê li hevdîtina  tev Xalid Hilal Nasir El-Memûlî, serokê parlemana  Umanê li Têhranê, bal kişand ser giringiya 13 mîn civîna  parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî û diayr kir: Civîn û gotûbêja rayedarên welatên  Îslamî bi hev re li warê mesele û pisrgirêkan û gihêtina bi biryarên hevpar dikare pêngavkeke bibandor  li yekitî û xurtkirina  aşitî û aramiya navçê be.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser mesele û pisrgirêkên  xelkê Yemenê ji hêla ewlehî, tendrustî û dermanî û got: Mixabin hin welatên  rojavayê ji hebûna  pevçûna  li navçê ji ber firotina  çekên xwe pir kêfxweş in û bala xwe nadin ser mselên însanî.

Rûhanî her wiha  bal kişand ser pêkanîna  aşitî û aramiyê û kutakirina  şêr li Yemenê û destnîşan kir: Hevkariya welatên navçê bitaybet Îran û Umanê li vê barê pir giring e û her du welat dikarin roleka pir baş hebin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê peywendiyên  dualî navbera Têhran-Mesqetê bi hevaltî û ber bi pêş da zanîn  û got: Îran ji xebata  sermayedanerên  umanî li navçên  azad ên Çabuhar û Caskê û li beşên  curbicure aborî bi taybet li warê tranzîtê pêşewaziyê dike.

Xalid Hilal Nasir El-Memûlî jî li vê hevdîtinê, 13 mîn  civîna  parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî serketî da zanîn û diyar kir: Îran  li hember piştgiriya ji mezlûm û  istûxwarên cîhanê bi taybet mesela Filistînî tim xebat daye û îro rojê bi hezkirina xwedê, gelên Îslamî, xetera ku gefê li misilman û Qudsê dixwe, baş têgihîştine.

Serokê parlemana Umanê , Xalid Hilal Nasir El-Memûlî  ji alîkariyên mirovheziyê yên Îranê bo misilmanên cîhanê spasî kir û got: Gotûbêj  û rêçareya siyasî,  riya  herî mezin  û bibandor  ji bo damezrandina  aşitî û aramiyê li navçê ye.

Serokê parlemana  Umanê ji bo beşdariya li 13 în civîna  parlemanî ya welatên endamê Rêxistina Hevakriya Îslamî sefera Têhranê kiriye.

Başa dön tuşu