FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Êrîşa bajaroknişînên siyonîst ser Mizgefta Eqsayê

Bajaroknişînên siyonîst bi piştgiriya çekdarên Rêjîma Siyonîst êrîşî ser Mizgefta Eqsayê kirin.

Li gorî rapora El Alemê, bi dehan kes ji bajaroknişînên siyonîst roja sêşemiyê hevrê digel çekdarên dagirker ji aliyê “Bab El Muxaribeyê“ va ketin nav sehn û serayên Mizgefta Eqsayê.

Hevdem digel ketina bajaroknişînên siyonîst nav Mizgefta Eqsayê zextên li ser lêkolînerên filsitînî li vê navenda pîroz jî zêde bû.

Çekdarên siyonîst bi armanca pioştgiriya ji bajaroknişînên ku ketin nav Mizgefta Eqsayê, tevdîrên ewlehiyê li bajarokên Cebel Mekber û El Îseviyeyê li Qudsa dagirbûyî pêk anîn û têkiliya navbera gundê Hezmeyê li bakurê Qudsa dagirbûyî digel navçeyên din ên dagirbûyî bi blokeyên simintî qut kirin.

Mizgefta Eqsayê bûye meydana liv û tevgerên çekdar û bajaroknişînên siyonîst ji bo jinavbirina pênaseya îslamî û mesîhî ya Bêyt Elê Muqedesê û guherîna wê bi hêma û sembolên siyonîstî.

Tevgerên nû yên siyonîstan li dijî Mizgefta Eqsayê bûye sebeb ku Serhuildana Qudsê (Întifaze) di Cotmeha sala 2015`an da pêk were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu