FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrişa bajaroknişînên siyonîst ser mizgevta Eqsayê

Bajaroknişînên siyonîst îro çarşemiyê bi piştgiriya eskerên siyonîstî ji Bab Ul-Muxaribê derbasî nav mizgevta Eqsayê bûn û li navça Bab Rehmeyê ayînên telmûdî li dar xistin.

 Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, eskerên îsraîkî nehiştin ku  nimêjkirên filistînî derbasî navça Bab ul-Rehmeyê bin.

Di eynî demê de Ebdulnasir Ebû besel wezîrê ewqaf û karûbarên olî û  nirxên pîroz ên îslamî yên Urdinê nehişt ku Rejîma Siyonîstî destdirêjiya ser mizgevta Eqsayê bidomînin.

Vî wezîrê urdinî destdirêjiyên  bajaroknişînan, wezîran, nûnerên  Kênêst û eskerên  Îsraîlî ser mizgevta Eqsayê bi tundî şermezar kir û got: Ev kiryarên siyonîstan lîstika bi êgir e.

Başa dön tuşu