FilistînNûçeRojhilatanavin

Vekirina derbasgeha Refehê

Wezareta karên hundir a Filistînê ragihand derbasgeha Refehê heya sêr rojan vekirî ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta karên hunur a Filistînê bi daxûyaniyekê ragihand rayedrên misrî wê derbasgeha sînorî ya Refehê ji sibê ve heya sê rojan vekin ku alîkariyên pizîşkî û mirovheziyê derbasî zîvala Gazayê bibin û hin filistînî vegerin vê navçê.

Li dewama daxûyaniya  wezareta karên hundir a Filistînê hatiye nêzîkî 20 hezar filistînî hevce ne ji vê derbasgehê derbas bibin.

Rejîma Siyonîst ji sala 2007`an ve dorpêçkirina  zîvala Gazayê zêde kiriye û nehiştiye kelûmelên bingehîn ji wan ardû û derman derbasî vê navçê bibin.

Misrê jî li gorî armancên Rejîma Siyonîst û jibo zexta ser filistîniyan derbasgeha Refehê tim girtiye û tenê carnan wê ve dike.

derbasgeha Refehê, zîvala Gazayê dizeliqîne Misrê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu