Bargeha Hewayî ya Melik Xalid li başûrê rojavayê Erebistanê vê sibeyê kete ber êrişa balafirên bê pîlot ên artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê.
Bargeha Hewayî ya Melik Xalid li bajarê Xemîs Meşît ya navenda parêzgeha Eisîr li başûrê rojavayê Erebistanê ye.
Ajansa nûçeyan ya WAS a Erebistanê jî ev êrişa piştrast kir, lê belê di vî halî de îdia kir ku artêşa Erebistanê balafirên hanê xistin erdê û îmha kirin.
Balafirên bêpîlot ên artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê du hefteyên berî niha jî di çarçova bersiva cinayetên Rejîma Siûdî de yên êrişa ser deverên gel têda de û binavahiyên Yemenê, êrişî ser du teşkîlatên pompaja niftê li parêzgehên Dewademî û Efîfe li rojavayê erebistanê kirin.
Tevgera Ensarelleh ya Yemenê jî vê dawiyê diyar kir 300 hedefên girîng li Erebistanê û Emaretê bona êrişa ser wan berçav girtine ku ku êrişa ser teşkîlata nifta Aramko ya Erebistanê yek ji wan e.
Ji aliyê din ve artêş û Komîteyên Gel yên Yemenê duşemê êvarê çeper û pêgehên kirêgirtiyên Siûdî li Useyfireyê ya parêzgeha Teizê ya başûrê rojavayê Yemenê kirin hedefa mûşekê û gelek xisarên canî û malî gihandin wan.