ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Parastina naveroka rêketinnama navokî li nûjenkirina reaktora Erakê

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Pêvajoya nûjenkirina reaktora Erakê li gor xalên hevhatina navokî ya cihhatî û her mijara ku li rêketinnama navokî hatiye bêguman li gor wê dê kar were kirin.

 li gorî rapora IRNA`yê, Elî Ekber Salihî bal kişand ser vê yekê ku  li proja  nûjenkirina  reaktora Erakê, karzanên îranî hemî karûbar girtine destê xwe û li vê prosê  em bixwe hemî karûbaran dikin û got : li pêvajoya nûjenkirina reaktora  Erakê, dîzaynên  cihhatî em raberî welatên ku li rêketinnama navokî bûne berpirsiayr kiriye û ew şêwirkariya  teknîkî didine karzanên me û serê axir piştî dîzaynkirinê ew ji hêla îstandard û pîvanên  teknîkî piştrast dikin. Salihî destnîşan kir: Reaktora IR-40ê ya Erakê ku reaktora lêkolînê ya ava giran e li gorî ev belgeyê di  bighere û bibe reaktoreke din ku dewa Uranyoma xav uranyoma zengînbûyî bikar tîne û di encamê de dê polotonyomeke  kêmtir  berhem bîne.

Serokê Rêxistina  Enerjiya Atomê destnîşan kir: Li pêvajoya vê projê yek ji meselan eva bûye ku  dê xerca karê nûjenkirinê bibe çiqas û dê kî dê xerca wê bide. Hin karzanên Îranê ser vê bawerê ne ku  ji ber ku Koma 5+1ê daxawza nûjenkirina reaktorê kiriye divê bixwe xerca wê bide lê  wer xûay dike  di peymanê de tişteke  wiha nehatiye qeydkirinê û loma  li bûdca îsal a welêt jibo vî karî jî bûdceyek hatiye terxan dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu