ÎranIraqNûçeRojhilatanavinYemen

Pêşniyara Iraqçî ji bo qeyranên Sûriye, Iraq û Yemenê

Cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên deve yê Îranê, seyd Ebas Iraqçî ku ji bo axaftina li civîna navenda lêkolînên navneteweyî ya siyaseta giştî ya Japonê sefera Tokyoyê kiriye, li yekemîn roja sefera xwe tev endamên koma dostiya parlimanî ya Partiya Lîbiral- Dêmokrata Japonê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Iraqçî got: Ez bibawer im ku mînaka gotûbêjan û siyaseta qazanca bo her du aliyan ku li çareserkirina mijara navokî ya Îranê hat bikaranîn dikare li mijarên din ên navçeyê wek Sûriye, Yemen û Iraqê jî bikêr be.

Wî bal kişande ser peywedniyên baş û dîrokî di navbera Îranê û Japonê da û got: Niha gelek derfet ji bo berfirehkirina peywendiyên navbera her du welatan da hene ku mijara ênêrjî, tranzît, mijarên têkildarî jîngehê û hwd ji yên herî girîng in.

Iraqçî destnîşan kir: Niha boykot ji ser Îranê hatine rakirin û abora Îranê derbasî qonaxeke teze bûye û asoyeke bihêvî ji pêşeroj û cîgeha Îranê li civaka navneteweyî û abora cîhanê nîşan dide.

Wî bal kişande ser viya ku di heyama çar mehên buhurî da 6 serokomaran sefera Îranê kirine û got: Mijara seferên bêrawstan ên rayedarên welatên ewropî û taximên cûrbicûr ên bazirganiyê bo Îranê û wajokirina rêketinamên hevkariyê nîşana guhertina erênî ya cîgeha Îranê li navçeyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu