NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa Balafirên cengê yên Amerîka û Inglîzê ser balefirgeha Hudeyda ya Yemenê

Balafirên cengê ên Amerîkî û Inglzê balefirgeha navnetewî ya El-Hudeydê li rojavayê Yemenê kirin armanc.

Balafirên cengê  yên  Amerîka û  Inglîzê 3 caran balefirgeha navdewletî ya bendera  Hudeydê bombebaran kirin.

Êrîşên balefirên cengê yên Amerîka û  Inglîzê  ser Yemenê piştî wê yekê cih hat ku artêşa Yemenê di mehên derbasbûyî de bi armanca piştevaniya ji berxwedana filistînê çend gemiyên siyonîstan li deryaya sor û tengava Bab El-Mendeb kirin armanc

Artêşa Yemenê soz daye ku êrişên xwe ser gemiyên vê rejîmê yan jî gemiyên ku ber bi deverên dagîrbûyî li deryaya sor ve diçin, heta ku rejîma Israîlî dest ji êrişên xwe ser zîvala Xezê  bernede berdewam bike.

 Li gorî ragehandina Wezareta Tendrustiya Filistînê li zîvala Xezeyê , ji 7ê Cotmehê  ve heta niha di encama  êrişên Rejîam Siyonîst  38 hezar û 794 filistînî şehîd û 89 hezar û 364 filistînî jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu