Balafirên cengê ên Amerîkî û Inglzê balefirgeha navnetewî ya El-Hudeydê li rojavayê Yemenê kirin armanc.
Balafirên cengê yên Amerîka û Inglîzê 3 caran balefirgeha navdewletî ya bendera Hudeydê bombebaran kirin.
Êrîşên balefirên cengê yên Amerîka û Inglîzê ser Yemenê piştî wê yekê cih hat ku artêşa Yemenê di mehên derbasbûyî de bi armanca piştevaniya ji berxwedana filistînê çend gemiyên siyonîstan li deryaya sor û tengava Bab El-Mendeb kirin armanc
Artêşa Yemenê soz daye ku êrişên xwe ser gemiyên vê rejîmê yan jî gemiyên ku ber bi deverên dagîrbûyî li deryaya sor ve diçin, heta ku rejîma Israîlî dest ji êrişên xwe ser zîvala Xezê bernede berdewam bike.
Li gorî ragehandina Wezareta Tendrustiya Filistînê li zîvala Xezeyê , ji 7ê Cotmehê ve heta niha di encama êrişên Rejîam Siyonîst 38 hezar û 794 filistînî şehîd û 89 hezar û 364 filistînî jî birîndar bûne.