Balafirên cengê yên F- 16 yên Iraqê, di encama êrişa ser bargehên terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê de, 45 kes ji wan kuştin.
Li gorî rapora FARS`ê, balafirên cengê yên F- 16 yên artêşa Iraqê, piştî nîvroja îro , bi hevahengiya bi dewleta Şamê re, êriş birine ser bargehên terorîstên DAIŞ`ê yên li axa Sûriyê.
Li gorî nivîsara malpera nûçeyan a kanala Sûmeriye News`ê, balafirên cengê yên iraqî, civîna fermandeyên DAIŞ`ê kirine armanc û 45 terorîstan kuştin.
Heya niha balafirên cengê yên iraqî 5 caran êriş birine ser bargehên endamên DAIŞ`ê yên li Sûriyê.
Cara yekemîn di Sibata sala 2017`an de û cara duyemîn li Nîsana 2018`an û cara sêyemîn li hefteya yekem a Gulana 2018`an, cara çaremîn jî di hefteya duyem a meha Gulanê de (14`ê Gulanê) û cara pêncemîn jî li 7`ê Hezîranê, li ser navça Hecînê êriş hatin kirin.