CîhanNûçeRojhilatanavin

Êrişa balefirên cengê yên Hindistanê li dijî meqerên li bakurê rojava Pakistanê

Balefirên cengê yên hêza hewayî ya Hindistanê vê sibê meqerên komên Cêyş Muhemed û Leşkir Teyibe li axa Pakistanê bombebaran kirin.

 Fermandeyekî eskerî yê Hindistanê ku nexwest navê wî bê girtin , diyar kir 12 balefirên cengê yên  Mîraj 2000 a hêza hewayî ya  Hindistanê siet 4  vê sibê li gor dema  deverên  Balakot, Muzeferabad û Çakotiyê li Kişmîra Pakistanê bombeberan kirin.

Ev êrişa çend rojan piştî teqînên  terorîstî  li navça Pelwamê li Kişmîra bin kontrola Hindistanê qewimî.

Li encama vê êrişê 44 eskerên Hindistanê hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Koma terorîstî ya nasiyar bi Cêyş Muhemedê berpirsiyariya vê êrişê da istûyê xwe.

Hindistan, dewleta Pakistanê sebebkarê vê êrişê dizane lê Pakistan wê red dike.

Hindistan û Pakistan  ser hin mijaran ji wan mesela Kişmîrê bi hev re pirsgirêka wan heye û hev û din bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar dikin.

Başa dön tuşu