NûçeFilistînRojhilatanavin

Êrişa berfireh a siyonîstan ser navçeyên curbicur yên rexê rojava çemê Urdinê

Leşkerên dagirker ê Îsraîlê vê sibê êrişî navçên curbicur ên rexê rojava kirin û di navbera Filistîniyan û wna de pevçûn derket.

Medyayên Filistînî ragehandin ku hêzên Îsraîlî yên di vê êrîşê de hejmareke zêde ji filistîniyan girtin.

Siyonîstan êrişî kampa Şeifat a li Qudsa dagirkirî, bajaroka Bîtonya ya li rojavayê Ramullahê, herêma Şoykê ya li Tulkermê, bajarê Qelqîliyê, Beytlehem, Nablos, Bîre û kampa Eyn ul Sultanê a Erîhayê kirin, Têkoşerên berxwedana Filistînê bi hêzên dagirker ên Îsraîlê re ketin pevçûnê.

Berxwedana li ser riya siyonîstan Dagîrker çendîn bombeyên bidestçêkirî teqandine, hevgavê êrişa Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê, nexweşxaneya Emelê li vê deverê jî rastî êrişên giran ên  bi mûşekên Siyonîstan hat.

Rejîma Siyonîst di rojên derbasbûyî de êrişên mûşekî û hewayî yên xwe li navçên başûrê Xezeyê giran kirine û hêzên berxwedana Filistînê jî li himber wan  radiwestin û ziyanên mezin gihandine artêşa siyonîst.

Başa dön tuşu