EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarên wezîrê karên derve yê Îranê derbasî Viyenayê bûn

Seyîd Ebas Iraqçî û Mecîd Textrewançî, alîkarên wezîrê karên derve yê Îranê, jibo beşdariya li şeşemîn komîsyona hevpar a Îranê û welatên 5+1`ê bona cihanîna Lihevkirina Navokî, derbasî Viyenayê bûn.

Li gorî rapora nûçegîhanê beşa siyasî ya Ajansa nûçeyan a  IRNA`yê, wê gotûbêjên di navbera nûnerên Îranê û nûnerên 5+1`ê de, di saet 12`an a ser dema navçê (saet 14:30`an ser dema Têhranê) dest pê bibe. Duh civîna komxebata bi cihanîna ji holêrakirina boykotan, bi beşdariya taximên pisporiyê yên ji Îran û Amerîkayê, li viyenayê hate li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu