Li êrişa bi gullên hawanê yên grûpên terorîstî ser başûr û rojavaya Sûriyê herî kêm du welatiyên sûrî hatine kuştin û hinek jî birîndar bûn.
Li gor rapora ajansa fermî ya Sûriyê(Sana), terorîstên Cibhetul-Nusreh bi çend gullehên Hawanê êrişî ser navça El-Qesr li parêzgeha Derayê li başûra Sûriyê kirin ku ji ber vê êrişê kesekî sivîl hate kuştin û xisaretek jî li malên xelkê ket.
Telivîzyona El-Meyadîn a Libnanê jî ragihand: Ji ber êrişa bi gullên hawanê ser derûdora bakûra Humsê li rojavaya Sûriyê kesekî sivîl hate kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Gur nûçeyekî din ji Sûriyê, ji ber rêketina di navbera dewleta Sûriyê û grûpên çekdar li başûra Şamê ji roja sêşemê yekê Gulanê hinek ji erebeyan diçin başûra Şamê ta ku grûpên çekdar û kesên sivîl ji vê navçê derxînin.