NûçeRojhilatanavinYemen

Êrîşa bi mûşekan a yemeniyan li ser firokexaneya Ebhaya Erebistanê

Yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê êvara çarşemiyê bi mûşekek balistîk firokexaneya Ebhayê li navçeya Esîra Erebistanê kirin armanca xwe.

Li gorî rapora Mehr News`ê, rayedarekî yemenî li vî warî da destnîşan kir: Mûşeka Balistîk ku li ser firokexaneya Ebhayê hatiye kewkîkirin, bi diqeteke zêde li armancê ketiye.

Hêzên yemenî wek berteka li hemberî êrîşa bixwîn a roja çarşemiyê ya Erebistanê li ser rêûrismeke şîndariyê li navçeya Ercebêî li bakurê parêzgeha Senaya paytexta Yemenê, firokexaneya Ebhayê dane ber êrîşan.

Êrîşa Erebistanê li ser vê merasima şîngêriyê bû sebeba kuştina 8 kesan û birîndarbûna 10 kesan ku hinek ji qurbaniyan zarok in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu