IraqNûçeRojhilatanavin

El-Ebadî: Terorîzm berbenda ser riya cihanîna reforman li Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê, li civîna enerjiyê ya Iraqê li Bexdayê got: Şerê li hemebr terorîzmê li du salên buhurî, derfeta cihanîna reformên berfireh ji dewletê istandiye.

Li gorî Malpera Sahar TV ji zarê rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna du rojî ya enerjiyê li Bexdayê ku têde Muhemed Barkîndo sekreterê giştî yê OPEC`ê jî beşdar bibû bal kişand ser gendeliya îdarî û brokrasiya  li Iraqê û got: Zirar û ziyana  îdarî û aborî kêmtir ji zirara terorîzmê nîne.

El-Ebadî rola Iraqê li OPEC`ê, bingehîn û kêrhatî da zanîn û got: Iraq  ser hemî bernemyên  xebitandina sermayê ku hilêxistine , disekine.

Serokwezîrê Iraqê, çavkaniyên xwezayî yên nift û gazê weke serwetên neteweyî yên Iraqê da zanîn û got: Mixabin piraniya   heyîtî û serwetên hanê ji ber şêr û qeyranên  aborî û niha  ji ber şerê li hember terorîzmê ji nav çûne.

Li gorî gotina  El-Ebadî, derhatên  Iraqê pêka 2013`an  ji ber daketina  cîhanî ya buhaya niftê, sedî 30 kêm  bû.

Civîna enerjiyê ya Iraqê li sala 2017`an  bi armanca  hilkolandina  pêşeroja  aborî ya Iraqê û  prespektîva  pêşeya niftê ya vî welatî hatiye lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu