FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrîşa çekdarên siyonîst li ser başûrê rojhilata Xan Yûnisê

Çekdarên siyonîst êrîşî ser rojhilata Xan Yûnisê li başûrê Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Boldûzirên Rêjîma Siyonîst sibeha roja Pêncşemiyê ji baregeha leşkerî ya Sufayê ketin nav bajaroka El Fexariyê li başûrê rojhilata Xan Yûnisê li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê û zeviyên rûniştiyên vê deverê xera kirin.

Hevdem digel êrîşa çekdarên siyonîst li ser başûrê rojhilata Xan Yûnisê, firokeyên bêfirokevan ên sîxoriyê yên Rêjîma Siyonîst jî li esmanê navçeyê dest bi firrînê kirin.

Klûba hîsîrên filsitînî jî ragihand ku çekdarên Rêjîma Siyonîst bi êrîşa ser kampa El Dehîşeyê li Bêyt Lehmê du welatiyên filsitînî dîl girtin. Çekdarên israîlî sê filsitîniyên din li bajarên Cinîn, Tulkerem û El Xelîlê girtin.

Li ser esasa hejmar û amara Koma Mafên Mirovan a El Zemîra Filsitînê, derdora heft hezar filsitînî di rwşa herî xerab da li nav zîndanên Rêjîma Siyonîst in.

Başa dön tuşu