IraqNûçeRojhilatanavin

Êrîşa DAIŞ`ê li ser bereya bakur a Mûsilê hat têkşikandin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser hêzên iraqî li navçeya Sade û Webueyzeyê li bereya bakur a Mûsilê têkşikandin.

Rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê 20 kes ji çeteyên DAIŞ`ê ji wan xwekujên ku li erebeyên bombekirî siwar bûbûn û kemberên teqînê li xwe girêdabûn, kuştin û niha ji bo girtina pêşiya çalakiya têrorîstên DAIŞ`ê bi berfirehî li navçeya Sade û Webueyzeyê bi cih bûne.

Li vî halî li çil û çaremîn roja opêrasiyona azadkirina Mûsilê hêzên iraqî şerekî teze li bereya Deşta Hevîceyê li beşa başûr a bajarê Mûsilê dest pê kirin ku têda 150 gund hene û kontrola li ser deşta Hevîceyê wê roleke girîng li girêdana riya DAIŞ`ê ji bo pêkanîna her cûre êrîşa li ser Qiyare, Şerqat û Kirkûkê hebe.

Li bereya rojavayî jî pêşketinên hêzên seferberiya gelanî li mêhwera navîn a vê bereyê hatine domandin û li bereya bakur hêzên leşkera 16`an rasterast gihîştin taxên bakur ên bajarê Mûsilê da ku opêrasiyona têkoşîna dijî têrorîsmê xurt bikin.

Li vî halî hêzên seferberiya gelanî karîm du gundên Salihiye û El Bûseyê li başûrê rojavaya Mûsilê azad bikin.

Hêzên seferberiya gelanî xeleka dorpêça DAIŞ`ê li girêka Etiyê li bereya başûrê Mûsilê tengtir kiirne.

Ji aliyê din va Hisên Teyîdî birêvebirê karûbarên kesên revandî yên êzdiyan ragihand ku hejmarek ji welatiyên êzdî li derdora bajarê Şingalê ji destê DAIŞ`ê hatin azadkirin.

Her viha fermandetiya opêrasiyona hevpar a Iraqê ragihand ku 49 kes ji têrorîstên çekdar ên DAIŞ`ê di encama êrîşên firokeyên şêrr ên Iraqê li ser baregehên têrorîstan li Mûsilê hatin kuştin.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê têrorîstên DAIŞ`ê cinayetek hovane pêk anîn û 15 zarok li Mûsilê dane ber gulleyan û kuştin.

Li vî warî da rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê li Mûsilê ragihand: Çekdarên têrorîst ên DAIŞ`ê 15 zarok ji malbatên aware yên bajarê Mûsilê ku ber bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê va dimeşiyan, dane ber gulleyan û kuştin.

Li vî halî berpirsekî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê ragihand: Nêzikî nîv miliyon kes ji welatiyên sivîl li bajarê Mûsilê li bakûrê Iraqê ji ber kêmbûna ava vexwarinê di astengiyê da ne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu