ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Êrişa eskerên Alê Siûd ser gelê rojhilata Erebistanê

Eskerên Alê siûd jibo roja sêzdan li dû hev bi gulleyên cengê û rokêtê êriş kirin ser xelkê bajarê El-Ewamiyê li parêzgeha El-Qetîfê li rojhilata Erebistanê.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, eskerên Alê siûd îro sêşemiyê bi êrişa ser bajarê Ewamiyê,  agir berdan malên  xelkê û kelûmelên di nav malên wan  ji nav birin.  Li encama êrişên  hanê hejmarek ji xelkê sivîl birîndar bûn.

Hejmarek ji welatiyên erebistanî ji destpêka  êrişa eskerên siûdî ser bajarê Ewamiyê  bêserûşûn bûne û êrişên eskerên Alê Siûd ser vî bajarî tim didomin. Rejîma  Erebistanê ji Sibata  buhurî ve bi mehna  nûjenkirina  gundê dîrokî yê El-Mesûrê li Ewamiyê, xelkê vê navçê ji malên wan derdixîne.

Rojhilata Erebistanê ji sala 2011`ê ve jibo protestokirina  bêedaletî û belavkirina nedadmendane ya  serwet û heyitiyê bûye meydana  nerazîbûnên tund li dijî Rejîma Alê siûd. Li encama nerazîbûnên hanê bi dehan kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu