Eskerên Alê siûd jibo roja sêzdan li dû hev bi gulleyên cengê û rokêtê êriş kirin ser xelkê bajarê El-Ewamiyê li parêzgeha El-Qetîfê li rojhilata Erebistanê.
Li gorî rapora IRIB Newsê, eskerên Alê siûd îro sêşemiyê bi êrişa ser bajarê Ewamiyê, agir berdan malên xelkê û kelûmelên di nav malên wan ji nav birin. Li encama êrişên hanê hejmarek ji xelkê sivîl birîndar bûn.
Hejmarek ji welatiyên erebistanî ji destpêka êrişa eskerên siûdî ser bajarê Ewamiyê bêserûşûn bûne û êrişên eskerên Alê Siûd ser vî bajarî tim didomin. Rejîma Erebistanê ji Sibata buhurî ve bi mehna nûjenkirina gundê dîrokî yê El-Mesûrê li Ewamiyê, xelkê vê navçê ji malên wan derdixîne.
Rojhilata Erebistanê ji sala 2011`ê ve jibo protestokirina bêedaletî û belavkirina nedadmendane ya serwet û heyitiyê bûye meydana nerazîbûnên tund li dijî Rejîma Alê siûd. Li encama nerazîbûnên hanê bi dehan kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)