Êrişa eskerên Rejîma Siyonîst ser Ramullahê
Çavkaniyên agehdar li bara êrişa eskerên Rejîma Siyonîstî ser Ramullahê li kêleka rojava ya çemê Urdinê agahî dan.
Li gorî rapora Quds Netê, eskerên Rejîma Siyonîstî vê sibê bi trimbêlên eskerî yên xwe êriş kirin ser gundê Şeqbay nêzîkî Ramullahê li kêleka rojava ya çemê Urdinê û hêzênê pya yên nizama Rejîma Siyonîstî li şeqamên vî gundî damezrîn.
Hûrgiliyên zêdetir li bara vê nûçê nehatine weşandin.
Êrişa eskerên Rejîma Siyonîstî ser Ramullahê li halekê cih hat ku bi sedan bajaroknişînên siyonîst jî vê sibê bi piştgiriya eskerên vê rejîmê êriş kirin ser cihên dîrokî li gundê Ortayê li başûrê Nablisê li bakurê kêleka rojava ya çemê Urdinê û bi armanca handan û tehrîka hestên filistîniyan û misilmanan , merasima xwe ya olî li van cihana birêve birin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)