FilistînNûçeRojhilatanavin
Êrişa eskerên siyonîst ser kêleka rojava ya çemê Urdinê
Eskerên siyonîstî sibeya sêşemê bi êrişa ser navçên curbicur ên kêleka rojava ya çemê Urdinê bi filistîniyan re ketin pevçûnê.
Li gorî rapora kanala El-Alamê, eskrên Rejîma Siyonîst herîkêm 8 filistînî jî bêyî kivşkirina tawana wan li navçên curbicur ên kêleka rojava girtin.
Ji aliyê din ve Rejîma Siyonîstî bi mehna lidarxistina rê û resma eyda cihûyan, hemî deriyên Qudsê girêdan û pêşiya hatûçûyîna filistîniayn nav vî bajarî girtine.
Mizgevta Eqsayê wek sembola sereke ya howiyeta Îslamî-filsitînî yê bajarê Beytulmuqedesê tim bûye armanca kiryarên kavilkirane yên Rejîma Siyonîstî.