NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa firokên şerî yên Rejîma Siyonîstî ser pêgehên artêşa Sûriyê

Artêşa Rejîma Siyonîstî li dewama piştevaniyên xwe ji grûpên terorîstî, pêgehên artêşa Sûriyê li nav axa vî welatî bombebaran kirin.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn ji zarê bingehên sûrî, Firokên şerî yên artêşa  Rejîma Siyonîstî êvara duh şemiyê pêgehên artêşa Sûriyê li bilindiyên Golanê kirine ber hedefa êrişên xwe.

Firokên şerî yên Rejîma Siyonîstî hefta bihurî jî çend caran pêgehên artêşa Sûriyê bitaybet li navçên sînorî yên Golanê bombebaran kiribûn.

Wezareta karên derve yê Sûriyê li daxûyaniyekê ragihand, Rejîma Siyonîstî li gor peymannama xwe ya hevkariyê tev grûpa terorîstî ya Feth-ul-Şamê, ev êrişên xwe yên ser artêşa Sûriyê destpê kirine.

Hevçaxî êrişa hewayî ya artêşa Rejîma Siyonîstî ser axa Sûriyê, bingehên ewlehiya Sûriyê jî êvara duh şemiyê ji êrişa hewayî ya firokên şerî yên Amerîka ser pêgehên artêşa Sûriyê li Dêrezorê li rojhilata vî welatî xeber da û ragihand ku ji ber van êrişên hewayî yên Amerîka, bi dehan eskerên sûrî hatine kuştin yan jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu