Kanala Exbaruiyê ya Szûriyê qala êrîşa firokeya şêrr a Rêjîma Siyonîst ser firokexaneya leşkerî ya T4 an Tiyasê li parêzgeha Humsa Sûriyê kir.
Li gorî rapora berbanga Duşemiyê ya IRNAyê, Kanala Exbariyê ragihand: Pergalên berevaniya dij-hewayî yên artêşa Sûriyê li hemberî vê êrîşê ketin tevgerê.
Li gorî vê raporê, lipey êrîşa serneketî ya firokeya şêrr a israîlî, ji çar heta şeş mûşek li derdora firokexaneya T4ê ketin ku tenê hin ziyanên malî yên sînordar ji ber vê yekê çêbûn.
Çavkaniyeka agah li Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê jî got: Li êrîşa artêşa Rêjîma Siyonîst ser firokexaneya leşkerî ya artêşa Sûriyê çend mûşekên dijmin hatine lêxistin û firokeyeka şêrr jî ji aliyê pergala berevaniya mûşekî va ketiye.
Cihê hitmalî yê ketina firokeya navbirî hîn dyar nebûye, lê firokeyên din ên şêrr ên artêşa Rêjîma Siyonîst neçar bûn ku ji esmanê Sûriyê vekişin.
Pêştir jî (Nîsana 2018an) firokexaneya leşkerî ya T4ê ketibû ber êrîşa mûşekî ya artêşa Rêjîma Siyonîst. Li wê êrîşa mûşekî hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn.