Firokên şerî yên hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka karwanekî artêşa Sûriyê li nîzikiya meydana niftî ya El-Teyêm li rojhilata Dêrezorê li rojhilata vî welatî kirine hedefa êrişên xwe ku ji ber van êrişan hinek ji eskerên sûrî hatine kuştin û çend erebeyên van hêzên eskerî jî hatine şewitandin.
Hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka pêştir jî li nav axa Sûriyê êrişî ser hêzên sûrî û hevalbendiya vî welatî kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)