IraqNûçeRojhilatanavin

Li Mûsilê DAIŞê 16e welatiyên sivîl bi dar ve kirin

Çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê 16e welatiyên sivîl bi pirekê bilind ve bi darvekirin.

Li gor ajansa Spotnîk a Rûsyayê li ser zarê welatiyekê bajarê Mûsilê ragehandî ku, çekdarên DAIŞê 16e welatî bi pirekê ve darvekirin.

Darvekirina wan 16e welatiyên sivîl di demekê de tê ku, li gor kenala CNN ragehandî berî du rojan jî çekdarên DAIŞê 284 welatîiyên sivîl kuştine, 60 ji wan temenê wan kêmî 14e salî bûn, herwiha akinciyên gund û nahiyên Mûsilê bûn.

Destpêkirina kuştina welatiyên sivîl ji aliyê DAIŞê ve piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraq û Hêzên Pêmerge de tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu