NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa hewayî ya balefirên cengê yên hevalebndiya siûdî ser Hudeyda Yemenê

Çavkaniyeke ser bi Wezareta berevaniyê ya Yemenê li bara 14 êrişên hewayî yên hevalbendiya bi serkirdetiya Alê Siûd ser parêzgeha Hudeydê li rojava Yemenê agahî da.

 Li gorî rapora roja îniyê ya Sputnik`ê, balefirên cengê yên  hevalbendiya siûdî sê caran êriş kirin ser El-Zeydê, sê caran ser El-Derîhmî û sê caran jî ser Zubeydê li  parzêgeha Hudeyda Yemenê.

Li êrişa balefirên  hevalbendiya siûdî ser navenda polîs li taxa  El-Tehrîrê li bajarê Hudeydê, xisar li  navenda polîs û malên derdora wê ket.

Li gorî gotina vê çavkaniya eskerî ya yemenî, balefirên  cengê yên  siûdî bi firîna berfireh ser esmanê Hudeydê, navça  El-Haliyê jî dan ber êrişan.

Artêşa Erebistanê navçên xelknişîn li navça  Şedayê li sînorê vî welatî bi Yemenê re li parêzgeha  Sedê da ber êrişên  topxaneyî û mûşekî.

Balefiên  hevalebdniya  siûdî-emerîkî her wiha  navça  Qareyê li parêzgeha  Sedeyê bombebaran kirin.

Ev êriş li halekê didomin ku  Rejîma  Siûdî û hevpeymanên  wê heya niha  ji ber berxwedana  xelkê Yemenê nekarîne  bighêjin tu yek ji aramncên xwe li vî welatî.

Başa dön tuşu