ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa hewayî ya Erebistanê ser Senayê

Balafirên cengê yên artêşa Erebistanê deverên xelknişîn ên bajarê Sena paytexta Yemenê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, balafirên şêrr ên Erebistanê îro taxa Sewad li paytexta Senayê dan ber bombeyan ku di encamê da herîkêm sivîlek hat kuştinê û 2 kes jî birîndar bûn.

Di vî halî da balafirên cengê yên Erebistanê îro devera Zebûê li parêzgeha Senayê dan ber bombeyên xweşî ku di encamê da 3 welatîyên sivîl birîndar bûn.

Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha çend caran êrişî deverên curbicur ên parêzgehên Hedîde û Teizê li rojava û başûra rojavaya Yemenê kirin.

Balafirên şêrr ên Erebistanê îro du caran jî êrişî bajarê Serwah li parêzgeha Marebê ya Yemenê kirin.

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê jî di bersiva êrişên Erebistanê da, baregehên hêzên siûdî li Necran, Cîzan û Esîrê li başûra Erebistanê dan ber gulleyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu