Êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîstî ser baregeha artêşa Sûriyê li Golanê
Artêşa Rejîam Siyonîstî û çavkaniyên sûrî li bara êrişa Rejîma Siyonîstî ser navendeke eskerî ya artêaş Sûriyê li Quneyterê agahî dan.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera kanala Rûssia El-Yewmê, Efîxay Ederî, berdevkê artêşa Rejîma Siyonîstî li twîtera xwe ragihand ku artêşa vê rejîmê navendeke eskerî ya Sûriyê li Quneyterê li Sûriyê da ber êrişan. Ji vê baregehê hawanek ber bi navça navbirî li rojhilata dîwarê navbir li Golanê hatiye avêtin.
Wî got ku ev hawana li çarçova şerê navxweyî navbera hikûmeta Sûriyê û serhildayiyan hatiye avêtin.
Ederî bi îdiaya vê yekê ku artêşa Îsraîlê li şerê navxweyî yê Sûriyê mudaxilê nake û got: Emê cihanîna hevhatinê li navça navbir bidomînin.
Lê çavkaniyeke alîgirê dewleta Sûriyê ragihand ku gundê Xan Ernebê li parêzgeha Quneyterê ket ber êrişa hewayî ya Îsraîlê.
Li gorî hevhatina 1967`an ku bin çavdêiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) cih tê, hizûra eskerî li her du aliyên sînorên Golanê qedexe ye lê artêşa dagirkir heftiya buhurî xurtkirina hizûra xwe li bilindahiyên Golanê piştî alûgur û operasyona artêşê li başûrê Sûriyê ragihand û wezîrê îsraîlî roja Îniyê got: “Artêş dê gullê bavêje ser hêzên artêşa Sûriyê yên ku hevhatinê binpê bikin”.