FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîstî ser zîvala Xezeyê

Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî, siba pênşemiyê, bi avêtina du mûşekan êriş kirin ser hin navçên zîvala Xezeyê.

Li gorî rapora El-Alamê, du mûşekên  balefirên Îsraîlê li zeviyekê li rojhilata navça Şucaiyê, rojhilata Zîvala Xezeyê û navçeyekê li Dêr El-Belehê navenda  vê zîvalê ketine.

Heya niha ti raporek li bara  asta xisarên muhtemel ên vê êrişê nehatiye weşandin.

Li gorî rapora çavkaniyên  nûçan ên filistînî, siyonîstan ev êrişa wek berteka  li hember îdiaya  avêtina  mûşekê ji aliyê Zîvala Xezeyê va cih anîn.

Rejîma Siyonîstî bi mehneyên curbicur êrîşên hewayî û topxaneyî hertim êrişê dike ser hin navçên Zîvala Xezeyê.

Zîvala Xezeyê ji sala 2006`an va di bin dorpêça  bejahî, hewayî û deryayî ya Îsraîlê de ye û xelkê vê navçê rastî gellek pirsgirêkan hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu