ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Êrişa hêzên erebistanî ser mala çalakekî siyasî li Ewamiyê

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya malpera nûçan a El-Ehdê ya Lubnanê, Muhemed El-Emar çalakê siyasî yê Erebistanê bi tawana beşdariya li xwenîşandana li dijî Rejîma  Siûdî li bajarê El-Qetîfê li parêzgeha  El-Şerqiyê ya Erebistanê hatiye girtin. Hêzên  erebistanî her wiha agir berdan mala  Muhemed El-Emarê.

Eva li halekî ye ku tê gotin ku êrişên hawanên siûdiayn ser navçeyên  şîşenişîn ên bajarê  El-Qetîfê li meha pîroz a Remezanê tim didome. Li gor nûçan eskerên  Rejîma  Alê Siûd bi agirberdana  hin malan li navça El-Ewamiyê dest bi dizîna  malên xwe kirine.

Eskerên siûdî ji 10 Gulana 2017`an  êriş kirin ser  navça şîenişîn a El-Ewamiyê li parêzgeha  El-Şerqiyê ya Erebistanê. Ew, van navçana  navenda pêkhatina  nerazîbûnên  li dijî  hikûmetê dizanin. Êrişên  eskerên Alê Siûd ser neraziyan li rojhilata Eeebistanê bû sedema kuştin û birîndarbûna  hejmarek ji welatiyan ji wan xwendevanan û wendabûna  hejmarek ji xelkê navça El-Ewamiyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu