Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, Bi dû hikmê dadgeha Behrêynê l idijî Şêx Îsa Qasim û xwepêşandana dijî vî hikmî li şarên curbicur ên vî welatî, vê sibê xwepêşandaneke berfire li devera Derazê bi nîşana şermezarkirina vî hikmî hat lidarxistin.
Li gorî vê raporê, hêzên rêjîma hikimdar li Behrêynê li meydana Feda li devera Derazê êriş birin ser xwepêşanderan û di navbera her du alîyan da gêre û rakêşî derket. Di encamê da kesek hat kuştinê û zêde ji 100 kesî jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehîyê yên rêjîma serkutker a Behrêynê xwepêşander dan ber gulleyên saçme û gaza îsotê. Li gorî raporan hejmara birîndarên vê êrişê zêde dibe.
Rêjîma serkutker a Behryênê roja yekşemê cezaya saleke hepsê da Şêx Îsa Qasim û mal û milkê wî jî zevt kirin. Ev yeka bû sedema nerazîbûna berfire ya gelê Behrêynê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)