ErebîstanGenelNûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa hêzên yemenî nîvê berhemanîna nifta Erebistanê da sekinandinê

Wezîrê Enerjîyê yê Erebistanê ragihand ku bi dû êrişa bi balafirên bêpîlot a Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê ser palavgehên nifta Erebistanê, nîvê derxistina niftê li vî welatî hatîye sekinandinê.

Wezîrê Enerjîyê yê Erebistanê Ebdulezîz Bin Selman got ku êrişa bi balafirên bêpîlot a yemenîyan ser palavgehên Buqeyq û Xureysê bû sedema rawestandina derxistina niftê li wan du palavgehan.

Di vî halî de, Endamê Polîtbiroya Tevgera Ensarullah a Yemenê Mihemed Bexîtî di hevpeyvîna digel Kanala Al Jazzerayê de a,ajeyî êrişa duh a têkoşerên yemenî ser palavgehên niftê yên Erebistanê û mukurhatina rêjîma Seûdî derheq wê yekê kir û gef xwar ku heke Erebistan êriş û destdirêjîyên ser Yemenê bi dawî neyne, têkoşerên yemenî dê Paytexta Erebistanê şarê Rîyazê bêxin bin kontrola xwe.

Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê duh di bersiva cinayetên Hevalbendîya Seûdî li Yemenê de, bi 10 balafirên bêpîlot êrişî palavgehên Beqîq û Xerîsê ser bi Şirketa Netewî ya Nifta Erebistanê nasyar bi Aramcoyê kirin.

Başa dön tuşu