CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Amerîka yê siyaseta Trump bi şidet tê rexne kir

Alîkarê serokomarê berê yê Amerîkayê Joe Biden duh li pêngava xwe ya yekem ji bo despêbûna fermî ya xebatên hilbijartinên serokomariyê li Amerîkayê xwest ku bila gişt amerîkî li hemberî siyasetên şaş ên serokomarê vê demê yê Amerîkayê Donald Trump bibin yek. Di vê çarçovê de wî bi şidet Trump rexne kir.

Joe Biden ku yek ji namzedên partiya Demokrat ji bo posta serokomariya Amerîkayê li hilbijartinên 2020 e ji namzedên din ên vê partiyê jî rexne kir û got: Ji bo têkbirina Trump li hilbijartinên 2020, hêrsbûn bi tenê têrê nake.

Biden ku li bajarê Feladafiyayê ya eyaleta Pensîlvanyayê diaxivt got: Xelkê Amerîkayê heke serokomarek dixwazin ku dijbarî û neyariyan zêde bike û bi kolmeke govaştî û destên girtî û dilreqiyê welêt bi rêve bibe û dijberan bike şeytan û nefret û bêzariyê li her derî belav bikwe, hewcedarî wî nînin çûnku wan serokomarek wiha bi navê Trump hene.

Partiya Demokrat 23namzedên din jî hene lêbelê Biden bi awayekî dixebite ku wer xuya dike namzedên hanê nikarin li rikberiye li hemberî wî serkevin.

Başa dön tuşu