Êrişa hêzên yemenî ser meqerên eskerên siûdî li Esîrê
Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê kombûna eskerên Erebistana Siûdî û kirêgirtiyên vî welatî li navça sînorî ya Esîrê, başûrê Erebistanê dan ber êrişan.
Li gorî rapora IRNA`yê, û ji zarê navenda nûçan a kanala televîzyonî ya El-Mesîrê, artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê roja çarşemiyê çend gulleyên topê ser meqerên eskerên siûdî li derbasgeha Elebê û çend mûşekên Katoşiyayê jî avêtin ser navenda Erabê li Esîrê ku gelek xisar li hêz û kelûmelên wan ket.
Çavkaniyeke eskerî ya yemenî li vê barê raghand: Li encama operasyona artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê trimbêleke eskerî ya siûdî jî li derbasgeha Elebê îmha bû.
Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê roja sêşemiyê jî trimbêleke eskerî ya Erebistanê li Esîtê îmha kirin.
Hejmarek i eskerên Erebistanê jî roja çarşemiyê li encama êrişa artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ser meqerên wan li navça sînorî ya Cîzanê li başûrê Erebistanê hatin kuştin.
Di eynî demê de, hêzên berxwedana yemenî cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî û cebilxaneyên wan li bakurê çola Mîdiyê li parêzgeha Heceyê, li bakurê rojava Yemenê dan ber gullên topxanê.
Hevgav, balefirên destdirêjkirên siûdî roja çarşemiyê, çar caran du navçeyên Herez û Mîdiyê li parêzgeha Heceya Yemenê bombebaran kirin.
Şerê Rejîma Siûdî tev çend welatên din li dijî gelê Yemenê ji Adara 2015an destpê bûye û heya niha nêzîkî 40 hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)