Medya efxan li bara êrişa kesên çekdar ser hotêla Înterkantînêntala Kabulê agahî dan.
Li gorîragahndina medya efxan, çar kesên çekdar şemiyê şevê derbasî nava hotêla ÎnterkantînêntalaKabulê bûn û dest bi gulleavêtinê kirin.
Hin medyayê xwecî raghandin ku li encama vê êrişê heya niha 10 kes hatine kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.Li gorî raghandina çavkaniyên xwecî ev êrişa tim didome.
Necîb Daniş berdevkê Wezareta karên derve ya Efxansitanê li gotûbêja bi France Pressê re bêyî ku bala xwe bide ser hûrgiliyan,ev êrişa piştrsat kir.
Niha hêzên taybet ên Efxansitanê ev hotêla dorpêç kirine.
Hotêla Înterkantînêntala Kabulê siba şemiyê mazûvanê civîna xebitandin sermaya çîniyan li Efxansitanê bû.
Hîn tu kse an tu komekê berpirsiyariya vê êrişê negirtiye istûyê xwe.
Li navçên curbicure Efxansitanê li mehên buhurî êriş û teqînên terosîtî zêde bûne.
Zêdebûn bêewlehiyên li Efxansitanê bûye sedema nerazîbûan gelê vî welatî.
Koma terorîstî ya DAIŞ`ê û Talibanê heya niha berpirsiyariya piraniya êriş û teqînên li navçên curbicure Efxansitanê girtine istûyê xwe.
Zêdebûna bêewlehiya û xebata komên terorîstî li Efxansitanê li halkeê ye ku Emerîka û hevpeymanên wê ji sala 2001an bi mehna rawestana li ber terorîzmê û dabînkirina ewlehiyê li Efxansitanê li vî welatî de ne.
Li gorî ragahndina rayedarên Kabulê, mayîna emerîkiyan li Efxansitanê tenê bûye sedema bêewlehî, terorîzm û berhemanîna madên narkotîk li vî welatî.