IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina hin navçeyên din ji lepên DAIŞ`ê li rojava Mûsila Iraqê

Fermandeyê operasyona Neynewayê li Iraqê li bara azadkirina gundên Beytar û Ekîlatê li beşa rojava bajarê Mûsilê agahî da.

 Li gorî rapora El-Alamê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona  Neynewayê roja pênşemiyê ragihand: Yekînên tîpa zirihî ya Nehem û tîpa têkoşer a El-Ebas li operasyonekê karîn ku  gundên  Beytar û Ekîlatê li nêzîkî fabrîkeya  simîtê ya Badoşê li beşa rojava  bajarê Mûsilê ya Iraqê azad bikin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî, 30 jinên DAIŞê li başûrê Mûsilê girtin.

Eva li halekî ye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li halê cihanîna  operasyona lêgerîn û paqijkirina  taxên azadbûyî ji lepên  DAIŞ`ê li rexê başûrê Mûsilê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu