AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Rêketinama navokî, misogerkirina mafê Îranê yê enerjîya navokî bû

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê, misogerkirina mafê navokî yê Îranê destkevta herî mezin a rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê zanî.

Seyîd Ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Islamîya Îranê û serokê navenda şopandina cihanîna rêketinama navokî şeva buhurî li bernama Gotûbêja Taybet a Kanala 2 a welêt dema şirovekirina destkevtên vê belgeya girîng a navnetewî got: 6 meh ji cihanîna vê rêketinamê desrbas dibin û her du alî li ser sozên xwe yên kifşbûyî ne û ser vî esasî biryarnamên Konseya Ewlehîyê ya NY hatin ibtalkirinê û dosîya lêkolînên ku dew û doza wan dijî Îranê dihat kirin jî hat girêdanê.

Iraqçî bifermî naskirina Îranê li bazarên firotina ava giran, ji destkevtên din ên rêketinama navokî zanî û got: Îranê ava giran a zêde berhem anîbû li gorî muzakireyan firot Amerîkayê û niha muakireyên têkildarî firotina nêzî 40 ton ava giran, ligel Ûrsêtê didomin.

Wî bi gotina vîya ku welatên rojavayî di qonaxekê da meseleya navokî ya Îranê bi mijara mûşekan ra girêdan, got: Tîma muzakireya Îranê dema danûistandinên navokî da meseleya navokî ya mûşekan ji hev cida kir.

Iraqçî tekez kir ku tu yek ji mûşekên Îranê bi merema hilgirtina kumikên navokî nehatîye darêştin û wezîrê karên derve yê Îranê jî li hemberî rapora Ban Kî Mon serokê giştî yê NY li bara ceribandinên mûşekî yên Îranê bertekek tund nîşan da.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Serokê giştî yê NY heqê wî nîne bi rapora xwe derbê li rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bide tevî vîya ku zext û zora Amerîkayê û welatên rojavayî ser Ban Kî Mon li bara Îranê kêrhatî bûye.

Endamê derecebilind ê tîma muzakireya navokî ya Îranê her wiha got: Li gorî rêketinama Jênêvê, boykotên têkildarî bernama navokî hatin hilanîn û pêngavên Îranê jî di çarçova vê rêketinamê da bûne.

Serokê navenda şopandina cihanîna rêketinama navokî li bara derhatên nifta Îranê li derveyî welêt jî got: Nêzî 6 milyard dolar deynê Îranê ser Hindûstanê û nêzî 800 milyon Euro jî ser şîrketên niftê yên Yûnanê heye ku ev dirafa bi muzakirê bo Îranê tê vegerandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu