Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a El-Yevm’us Sabii; grûpa têrorîst a DAIŞ`ê, roja duşemiyê bi gazên kîmyawî yên Kolor û Xerdelê, êriş birin ser gundê El Beşîrê li başûrê Kerkûkê (li Bakûrê Iraqê) ku di encama wê de hin hêzên Pêşmerge û Tirkman birîndar bûn. Hûrgirliyên zêdetir ên vê êrişa kîmyawî hela nehatine weşandin.
Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê jî li operasyonekê, gundê El Beşîrê girtin destê xwe.
Operasyona azadkirina gundê El Beşîrê, ji çend rojan beriya niha dest pê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)