Grûpa terorîstî ya DAIŞê hin navçên parêzgeha Neynewayê dan ber êrişên kîmyayî.
Li gorî rapora televîzyona Al-Alamê, dawîn endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça Qiyarê li parêzgeha Neynewayê beriya revînê bi mûşekên gaza xerdelê êriş kirine ser malên xelkê û çenn bazarên Qiyarê ku li encama wê 7 welatiyên iraqî ji wan zarokek pir giran şewitî.
Eva li halekê ye ku NY jî li bara îmkan a bikaranîna mûşekên madên kîmyayaî li dijî xelkê sivîl ê Mûsilê û hêzên iraqî ku li halê bipêşdeçûna ber bi bajêr in ji aliyê DAIŞê hişyarî da.
Li gor nûçeyeke din ji Mûsilê Sed Mean berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku grûpa terorîstî ya DAIŞê ji yek ji sêyê beşa rojhilata Mûsilê hatiye derxistin.
Li gor gotina berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê li bereyên başûrê Mûsilê heya niha 955 terorîst hatine kuştin û 108 kes jî hatine hêsîrkirin.
Sê heftiyan ji destpêbûna operasyona Neynewayê derbas dibe û li vê midehê hêzên iarqî gelek serketin bidest xistine û li hin mêhweran derbasî nav bajarê Mûsilê bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).