Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Êrişa kîmyewî ya DAIŞ`ê ser bakûra Iraqê

Çavkaniyên ewlehiya Iraqê ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê li êrişa ser Kerkûkê li bakûra vî welatî gazên kîmyewî bi kar anîne.

Li gorî rapora têlêvîzyona El-Alamê, çavkaniyeke ewlehiya Iraqê bi gotina viya ku DAIŞ bi dû sekinandina pêşveçûnên artêşê û hêzên gelanî yên iraqê ye, ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê bi gulleyên ku hilgirê gaza Kolorê ne êrişî hin deverên wilayeta Kerkûkê kirine ku di encamê da 4 kes ji wan zarokek hatine kuştinê.

Li gorî vê raporê, di encama vê êrişa kîmyewî ya DAIŞ`ê da, bi dehan welatî li Kerkûkê tûşî rewşa fetisînê bûne.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, artêş û hêzên gelanî yên Iraqê îro pêgehên DAIŞ`ê li devera Amiriyê li başûra Felûcê li rojavaya vî welatî dane ber êrişên xwe ku di encamê da 9 têrorîst hatin kuştinê.

Pevçûn û êrişên hêzên iraqî jibo paqijkirina Amiriyeya Felûcê nemaze deverên nêzîkî çemê Firatê û bendava Felûcê û girêdana riyên gîhandina alîkariyan bo DAIŞ`ê û lawazkirina şiyayên vê komê didomin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu