NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrîşa koma têrorîst a Bereya Nusreyê li parêzgeha Quneytereyê hat têkşikandin

Artêşa Sûriyê êrîşa koma têrorîst a Bereya Nusreyê li ser bajaroka Hezerê li parêzgeha Quneytereyê li başûrê rojavaya vî welatî têkşikand.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya SANA News`ê, li vê êrîşê hêêzn artêşa Sûriyê karîn ku hejmareka endamên koma têrorîst a Bereya Nusreyê bikujin û ziyanên mezin li wan xînin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên meydanî, birîndarên Bereya Nusreyê ji bo tedawîkirinê bo erdên dagirbûyî yên Filistînê hatine veguhestin.

Têrorîstên Bereya Nusreyê ji aliyê Rêjîma Siyonîst va tên piştgirîkirin, bi awayekî ku çekdarên israîlî derbasgehên ewleh ji bo hatina têrorîstan ber bi bajaroka Hezerê vekirine û ewna bi çek û muhîmatê pergal kirine.

Pêştir jî ji ber teqîna erebeya bombekirî ji bajaroka Hezerê ku roja Îniyê qewimî, herîkêm 9 welatiyên asayî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Sebebkarê vê êrîşa têrorîstî ji girên Hemer û erdên dagirbûyî yên Filistînê ketibû nav bajaroka Hezerê.

Başa dön tuşu