NûçeFilistînRojhilatanavin

Êrişa komên berxwedana Filistînê ser karwanê leşkerî yê Rejîma Siyonîst

Komên curbicur ên filistînî şeva îniyê ragihandin ku hêzên berxwedanê karwanê leşkerî yê Rejîma Siyonîst têk birin û ziyanek mezin gihandin alavên leşkerî û trimbêlên vê rejîmê.

Tabûrên Îzeddîn Qessam ragihand ku di vê operasiyonê de tankeke Merkava û xirxpûşeke Rejîma Siyonîst li bajarê Hemedê li Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê bi  Dije zirxa Yasîn 105 û û Tandomê kirine armanc û hatiye têkbirin. 

Her wiha  Tabûra Şehîdên Eqsayê ragihand ku wan du wesayitên zirxî yên Îsraîlê li bajarê  El-Zehra li bakurê rojavayê parêzgeha Navendî ya Zîvala Xezeyê bi fîşekên RPG kirine armanc.Her wiha komên El Qudsê jî wesayîtên zirxî yên Îsraîlê hedef girtin. Vê komê  ragihand ku têkoşerên van komana li bakurê bajarê El-Zehra li navenda Zîvala Xezeyê gelek wesayîtên zirxî yên artêşa Îsraîlê bi rokêtên dijî zirxî  kirien armanc û bi komek ji hêzên siyonîst  nêzîk veketine pevçûnê û ew kuştin an birîndar kirin.

Başa dön tuşu